Polîtîk

PDK: Lamerkeziya darayî, Silêmaniyê ji Hikûmetê dûr dixe

Encûmena Parêzgeha Silêmanî daxwaza lamerkeziya kargêrî û darayiyê dike, bo eve jî pişt bi maddeya dû û pêncê yasaya hejmara sê ya Encûmena Parêzgehan ve girêdide, YNK jî piştgîriya wê hewlê dike, lê belê Serokê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê li Silêmanî – Helebçe dibêje: “Lamerkeziya darayî, Silêmaniyê ji Hikumetê dûr dixe”.

Li civîna roja 26.04.2020 Encûmena Parêzgeha Silêmanî ku bi serpereştiya Azad Mihemmed Emîn Serokê Encûmenê û Cîgir û Sekreterê Encûmenê û Serokê Fraksiyonan birêveçû, têda daxwazê ji bo lamerkeziya kargêrî û darayî kiriye daxwaziyekî fermî û biryarê li ser daye lîjneyeke demkî ku Nûnerê hemû fraksiyonan têda bê pêkbîne.

Her wiha roja 02.05.2020 Mekteba Siyasiya YNK û tîma wê partiyê li Hikumeta Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Lahûr Şêx Cengî Hevserokê YNK li Debaşan civiyan.

Li gor ragihandina civînê bi girîngiyê ve behsa sîstema lamerkeziyê kiriye û civînê de pêdagiriyê li ser pêwîstiya bi cîhkirina rêkeftina siyasiya di navbera YNK û PDK “wekî xwe ku li karnameya kabîneya neh ya Hikumetê de hatine cêgîrkirin”. Her wiha li daxuyaniya YNK da hatiye ku daxwaziyê ji bo lamerkeziya kargêrî û darayiya Silêmaniyê”bûye daxwaziyekî cemawerî û encûmena hilbijartiyanin”.

PDK jî ji vê hewla Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê dilgirane û Arif Teyfûr ku Endamê Mekteba Siyasiya PDK ye û Serokê Encûmena Serkirdayetiya Silêmanî – Helebçeye û PDK ye ragihand “Eger Silêmanî bi tenê daxwaza lamerkeziya kargêriyê bike, wê demê hîç kêşeyek nîne û li karnameya kabîneya nehem ya Hikumeta Herêma Kurdistanê de jî hatiye behskirin û PDK jî rizamendiyê li ser dide. Lê belê lamerkeziya darayî dibê sedema dûrxistina Silêmanî li Hikumetê. Ji bo wê yekê divê guftûgoyeke zêdetir li ser bê kirin û wiha bibe ku Silêmanî ew şiyana xwe nebê ji Hikumetê dûr bikevê”.

PDK asteng nîne li bi cîhkirina rêkeftinên li gel YNK, Arif Teyfûr jî tekez dike ku PDK li gel YNK û Goran rêkeftina xwe heye û divê girêdayî wê yekê bê “Ji ber ku ew hewlên niha tê dayîn karekî ne başe”.

Back to top button