Polîtîk

Projeya lamerkeziya YNK karesate û dabeşkirina Kurdistanê ye

Endamê berê yê Parlemena Iraqê ji Fraksiyona Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê, diyarkir ku projeya Civata Parêzgeha Silêmanyê yê lamerkeziyetê karesate û dabeşkirina Kurdistanê ye.

Samî Etrûşî Endamê berê yê Parlemena Iraqê‌ ji fraksiyona Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê got: Silêmanî daxwaza lamerkeziyetê dike ji ber ku bê‌ minete û heta niha darayî li Kurdistanê ji hev cudane û eve xizmeta wê daye û dikarê xwe birêve bibê û ji bilî rêkeftina li gel Bexda cûda encam bide. Divê pirsiyar bê kirin ev lamerkeziyeta parêzgeha Silêmaniyê ye yan lamerkeziyeta Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê ye? yan lamerkeziyete wê her du deverên kesk û zer ji hev cuda bike.

Heman Endamê berê vê yekê jî da zanîn ku lamerkeziyeta îdarî li hemû welatên pêşketî tê bi cîhkirin û eve titştekê asayî ye, lê belê lamerkeziyeta tê behskirin ya îdarî û darayî eve karesate li ser Kurdistanê û dabeşkirina Kurdistanê ye ji bo du îdareyî wekî berê hebû. Ji ber ku Pêşmerge û gencîne(xezîne) cûdane û avêtina vê pengavê dabeşkirina Kurdistanê ye li ser zer û kesk.

Her wiha Samî Etrûşî wê yekê jî xûyakir ku gelek girînge behsa lamerkeziyeta hemû parêzgehên Kurdistanê bêkirin (Dihok, Silêmanî, Helebçe, Hewlêr) her du îdareyên serbixwe (Germiyan, Raperîn) eve wê‌ zêdetir xizmetê bike. Lê belê behsa lamerkeziyeta bajarekî yan aliyekê neyê kirin ji ber ku eve dabeşkirina Kurdistanê ye.

Etrûşî vê yekê jî eşkere kir ku her dema ev pêngava Silêmaniyê bête avêtin, wê tevgerên cuda bike û li gel Bexdayê civînan encam bide, lê belê her nikarê kêşeyên xwe çareser bikin. Ji ber ku Bexda li gor destûrê divê li gel Herêma Kurdistanê serdêrî û muameleyan bike û li gel parêzgehên Kurdistanê neke û nabê raste rast li gel parêzgehan bike. Eger serkirdayetiya Kurdistanê yek bê Bexda nikarê raste rast li gel çi parêzgehên Kurdistanê danustandinan bike.

Back to top button