Polîtîk

Balyozê Amerîkî dîsa Talebaniyan hişyar kir

Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Bexda 29.04.2020 serdana Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê kir.

Li gor ku ji aliyê nivîsîngeha Qubad Talebanî ve hatiye ragihandin her dû alî di derbarê rûbirûbûna metirsiyên virusa Korona û kêşeyên helawestiyên di navbera Hikumeta navend û Herêma Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê guftûgo kirine.

Lê belê wekî tê zanîn li 12.04.2020 an de David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê – Nivîsîngeha Rojhilata Nêzîk, di derbarê pirsa radestkirina Mistefa Selîmî peywendiyeke telefonî li gel Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Encûmena Wezîrê Herêma Kurdistanê li beşa YNK kiribû û encamên vê pirsê yên li ser peywendiya Amerîka û YNK ew agahdar kiribû. Lê belê Qubad Talebanî jî wê demê bê agahiya xwe nîşandabû. Heman demî de soza dûvdaçûna vê pirsê kiribû.

Ji bo wê yekê jî axaftina wan encama wê pirsê hişyarkirina YNK berdewame, ji ber ku Amerika dorpêçeke navdewletî xistiye ser Îranê û hevalbendên wê. Eger YNK xwe ji Îranê qût neke wê heman çarenivîsa Îranê li serê YNK de jî were.

Back to top button