Evdirehmanê Gundikî nivîsî: Nîşanên Xirabiyên Xiraban

Pir aşkereye ku qitîskên ji devên neyarên doza miletê Kurd yên bi rêya hinek xwe nenasên Kurd re ber bi pûş û pelaşên li ber derîyê mala miletê Kurd ve dihên û dixwazin agirekî yê malwêranîyê di nava mala miletê Kurd de, li Başûrê Kurdistana azad de pêbêxin. Ev bêdengî û aramî ya li Kurdistanê peyda birî, nayê hesabên dewletên dagirkerên Kurdistanê. Bi taybetî desthilatdariya Meleyên Îranê bi hemî quwetên xwe ve destdirêjiyan di nava Kurdistana azad de dikin û bi rêya hineke ji desthilatdarên Silêmaniyê re dixwazin têkilheviyan di nêva mala miletê Kurd de çêkin.

Gelo, ew Silêmaniya xudanê hîmeta rewşenbîriyê û mêjûyeka li berxwedanên doza netewê Kurd; layiqî vê rewşê ye ku ev rewşa roja îro di Silêmaniyê de dihêt kirin? Gelo, ma berpirsên vê rewşa xirab, ma ne dê ji berpirsên sîyasî û civata Silêmaniyê yên neteweyî bihête pirsîyar kirin? Di rewşa roja îro de ez nikarim bersiva vê rewşa xirab ji Hewlêrê bibirsim. Em bi tev de dizanîn, desthilatdariya Hewlêrê li Silêmaniyê derbas nabe. Wesan dixweyê ku ev têkiliyên di nava hinekan ji desthilatdariya Silêmaniyê û PKKê û dewleta Îranê de heyîn û yên bi şirîkatiyeka xirab ve rewşa miletê Kurd, ber bi felaketeka netewî ve dibin.

Wekî diyar dibe ku xiyaneta li Kerkûkê û Şingalê hatibû kirin; têra aramiya dilê wan hevalbendiyên li ser wêrankirina mafên miletê Kurd hatin avakirin nekiriye. Rewş wesan dixweyê, lehîstokvanên vê pirsê û kabên di destên wan de, dixwazin evan her du bajarên di destên miletê Kurd de mayîn (Hewlêr û Dihokê) ji têkilhev bikin û bêbaweriyê di nava civata Kurdistanî de avabikin.

Ez wekî xebatkarekî Kurdistanî û min hemî jiyana xwe li ber doza welatê xwe Kurdistanê de dayî; eza di nêva tirsa lehîztokên dagirkeran de ya bi rêya destdirîjiyên di nav xwe-xwetiyê de dijîm. Lê ji bo min diyare ku ti dagirker keysa bi destketiyeka herî biçûk jî ji destên xwe bernadin; ev ji bo min nexerîbe.

Lê tirsa min ji vê têgiheşta bi serdev dost û li bin dev jî piştgiriyê ji dagirkerên Kurdistanê re dikin dihê. Ev têgiheştin dibêje dema damezrandina dewletên netewî çûyî ye û hegî dewleta Kurdistana azad li ser sînîya zêrîn jî raberî me bêkirin jî, em dê pehîna xwe lêbidîn û wergerînîn. Rastiya tirsa pirsa miletê Kurd ya li vêderê ye.

Li berçavên me diyare ku quweteka mezin ya ji civata me miletê Kurd piştgiriyê ji vê têgihişta tarî re dike û ya di nava civata Kurd de peyda birî. Ew bêxêr û bêmesûliyetên bi gorayî daxwazên neyaran bi tevdigerin û dibêjin çênabe dewleteka netewî ji bo miletê Kurd di herêma rojhilata navîn de bihête avakirin. Lê em dibînîn ku ew têgihiştin ya bi hemî quwetên xwe ve piştgiriyê ji van dewletên netewî û li ser madileya heyîbûna miletê Kurd û Kurdistanê hatîn avakirin re pitşgiriyê dikin.

Bi carekê, ji kerema miletê Kurd re, em dê berên xwe bidin mêjûya xebata wan navbûriyên Kurd xapînek, kanî di pirîzeya xebata wan de û bedelên miletê Kurd yên bi rêya wan re hatîn dayin; kîjan dest ketî, bi destên miletê Kurd ve hatîne? Başe ma li berçavan ne diyare ku kîjan cihên PKK e di tê de xurt bibin; nahêlin Kevokeka aştîxwaz û navê Kurdistanê û miqedesatên Kurdistanê li bîr bîne; bi vê bîranînê re hegî ji PKK e bihêt dê baskên wê kevokê jê bibire.

Gelo ev PKK e bi kîjan rûyî ve û bi mesleheta kîjan dagirkeran re dibêje herêmên li ser merzên herçar aliyên Kuridistanê yên me ne û çênabin ti hêzên sîyasî û Kurdistanî nêzîkî van herêmên me bibin. Gelo ev PKK a xudênê vê têgihiştê, çawa dikare bêje, hatina pêşmergên Kurdistanê ya ji bo Zînîyê Wertê ji bo me egera şerî ye. Lêbelê li berçavan dîyare ku ew PKK e û Lahorê Şêx Cengî û gutleyên xwe ve çawe bi gel hemî dewletên dagirkerên Kurdistanê kar dikin û ji bo xwe rewa jî dibînin û dibêjin em xudanên Kurdistanê ne. Gelo ev çawe xudantiye li Kurdistanê?

Kerem bikin, berê xwe bidin karesatên vê têgiheşta tarî, ka çend felaketên, ti rê jê neçin bi sîyaset û kiryarên wan re anîne serê miletê Kurd? Bi gelekê bi zelalî diyar e ku wan çawa di Bakurê Kurdistanê de Tirkîyeyîbûnî kirîne pirsa jiyana rojane û Kurdistanî bûyin ji bîra miletê Kurd dayîne ji birkirin; gelo Kîjan felaket dê ji vê felaketê mezintir di serê miletê Kurd de bihêt? Ev têgihişta henê ya bi dengên miletê Kurd, perlementa tirkan ji tirkên mûçe xwer tejî dike û dibêjin em parêzvanên ala û merzên Tirkiyeyê ne û em ji demokrasiya Tirkiyeyê re kardikîn. Em biratîya gelan dixwazîn û heçî kesên ji bo me bêjin hûn partiya Kurdane, ew neheqiyê li me dikin û ev gotin ji bo me dibe egera şerî. Gelo ma ne heyfe ku miletê Kurd ciwanên xwe li ber vê têgihişta tarî de bidin kuştin?

Ev destgehên PKKê daketin Suriyeyê û ji Hafiz Esedî re gotin: Ti Kurdistan li Suriyeyê tinîne û Kurdên hatîn Suriyeyê bi tevahiya wan mişextîn e û ji Tirkiyeyê hatîne, em dê wan paşve vegerînîn Tirkiye yê.

Ev têgihişt naxwaze têla di nêva bajarê Qamişlok û Nisêbînê de bibînin; dagirkeran çawa bajarekî Kurdistanê kirîne du bajar. Navê Kurdistana binxetê kirin Rojava ya bê nav; lê paşê eşkerebû ku Rojava bû Bakurê Surîyeyê.

Gelo kanî, Efrîn, Serê Kanîyê, Girê Sipî û miletê Kurdên binxetê di nava kîjan malwêraniyan de dijîn? Ev têgihişta tarî daket Başûrê Kurdistanê û bû heresên Sadamî û mişextiyên ji Bakurê Kurdistanê hatîn birin û di bin siha kûmê Sedami de li Mexmurê dan bicihkirin û dest bi şerên dijî tevgera Kurdistanî kirin. Her wiha jî ji bo Sedamî bûn heresên ser merzên her çar parçeyên Kurdistanê û nobet li zilim û enfalên Sedamî girtin. Sedam ji halê rabû bûn şaneyên Melayên Îranê û beesiyên Suriyeyê û parêzgerên yekîtîya axa Iraqê. Dijîtî bi referandûma serxwebûna Kurdistanê re kirin û bûn çepikên têkvedana referandumê û Kerkûkê. Her wiha, ji bo tirkan jî bûn rê xweşkerên dagirkirina Kurdistana binxetê û eskerên tirkan kêşan li ser dilê Kurdistana binxetê dan bi cihkirin.

Piştî bi daxwaza referanduma serxebûna Kurdistanê ya ji alîyê miletê Kurd ve hatîbû kirin û ji aliyê cenabê Mesûd Barzanî ve hatîbû bidestnîşankirin. Miletê Kurd bi dengê xwe daxwaza xwe ya serxebûna Kurdistanê bijartin.

Xudanên vê têgihişta dijî serxwebûna Kurdistanê; bi gel hevalbendên xwe Lahorî û kutleya wî û dagirkeran ve bûn narincûyeka xûnawî û di nava cergên Kerkûka dilê Kurdistanê û Şingala efsaneya miletê Kurd û Efrîna deravê ava miletê Kurdistanê de peqiyan. Pir eşkereye ku evê têgihiştê navenda cergên Bakurê Kurdistanê ji Diyarbekir û heta Çolemerg û Hekariyê bi lehiztina kolana xendekan re, Kurdistan bi erzanî radestî dagirkaran kirin.

Bi ser van felanketan re jî yên lê dixebitîn ku evan herdu bajarên di destên miletê kurd de bi cihê hîviyan lê mayîn; Dihok û Hewlêrê ji dorpêç bikin û bikin cihê hêrişên tirkan û gazî eskerên tirkan kirin û gotin: Kerem bikin, werin Dihok û Hewlêrê, da em van herdu bajaran ji vere bikîn Vîyetnam. Gelo miletê Kurd ji wan re nabêje; ew Vîyetnama we li Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji eskerên tirkan re çêkirîn; hûn dê li Başûrê Kurdistanê jî wê Vîyetnamê ji eskerên tirkan re çêkîn.

Miletê kurd bi çavên xwe ditin ku wan çawe Mistefa Selîmî radestê qatilên serê miletê Kurd kirin û we eskerên tirkan kêşan li ser merzên Bakur û Başûrê Kurdistanê û vêgavê jî hûn dixwazîn Zînîyê Werteyê jî radestî Melayên Îranê bikîn. Pir eşkereye ku ev kabên di destê dagirkerên Kurdistanê de yên ji aliyê civata Kurd û Kurdistanî ve bêrûmet birîn. Dagirker dixwazin bi rêya şerekî navxweyî re rûmeta wan li wan bêrûmetan vegerîne ve.

Gazîya min li miletê Kurd û şerefmendên Kurdistanî parêzên Kurdistanê, eveye ku divê hûn xwe û hêzên xwe yên sîyasî jî rizgar bikîn. Ti hêzên sîyasî nikarin miletên bindest rizgar bikin. Lê miletên bindest û têgihiştî û netewparêz dikarin xwe û sîyasetmedarên xwe jî rizgar bikin.

Miletên têgihiştî dikarin ferqa di nava qenc û xirabên xwe de bibîne û rêberiya xwe bidin qencên xwe û rê li ber xirabên xwe bigirin.

Hemî miletan qenc û xirabên xwe hene. Belê miletên şareza desthilatdariya xwe didin qencên xwe; lê nadin xirabên xwe. Hemî xirab xwe di bin perda gotinan û derewan de diveşêrin. Lê gotin û kiryarên qencan, yên di mesleheta netewî de hevdu digirin û ferqa di nava qenc û xiraban de ji hevdu vavêr dikin.

Têbînîya min: Ez wesan dibînim ku dagirker yên lê dixebitin ku bi rêya kabên di destên xwe de şerekî xûnawî, li dijî pêşkêşiya baskê Kurdistanî û serxwebûnî xwazên Kurdistanê de bidin ferzkirin re dixebitin. Pir eşkereye ku pêşkêşê vî baskê serxwebûnî xwaziyê; Cenabê Mesûd Barzanî ye. Dagirker dixwazin vî baskê serxwebûnî xwaziyê bi rêya lehîstokan re bişkênin. Belê ti şikên min tinîn e ku Cenabê Mesûd Barzanî dê bikare evê lehîstoka dagirkeran û kabên didestên wan de, bi şarezayiya xwe û bi piştgiriya têgihişta serxwebûnî xwazên Kurdistanê ve, vê lehistokê pûç bike.

Evdirehmanê Gundikî
28,04,2020

Nerîna min :