Polîtîk

Amerika hişdariyeke tûnd dide YNK

Piştî belavbûna nûçeya radestkirina Mistefa Selîmî bi rejîma Îranê ya ji aliyê hêzekî ser bi YNK ve, li dû peywendiyên telefonî da Wezareta Derveya Amerîka hişdariyeke tûnd dide YNK.

Ev bûyer encameke ji binpêkirina Amerîkaye ku sizayeke giran li ser Îranê sepandiye. Amerika hemû aliyek jî li muamelekirina li gel Îranê agahdar kiribû. ji bo wê yekê doh şemî 11ê nîsanê Wezareta Derveya Amerîka li rêya her yek li David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê – Nivîsîngeha Rojhilata Nêzîk, Cowî Hûd Cîgirê Yekemê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka – Nivîsîngeha Rojhilata Nêzîk, li peywendiyek da li gel Lahor Cengî Hevserokê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê da, hişdariyekî tûnd pê didin ku eve binpêkirina sizayên Amerîkaye li ser wî welatî. Li beramber da Lahor hêceta wê yekê aniye ku ewê hatiye kirin li encama rêkarên rubirûbûna şewba Korona bûye û bê agahdariya asayîşê bûye û ew bi xwe jî agahî lê nîne. Lê belê sozê dane ku ewên vî karê kirine wê bigihin sizayên xwe û careke din ev yek dûbare nabê.

Her wiha David Copley Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê – Nivîsîngeha Rojhilata Nêzîk, di derbarê heman pirsê peywendiyeke telefonî li gel Qubad Talebanî Cîgirê Serokê Encûmena Wezîrê Herêma Kurdistanê li beşa YNK kir û encamên vê pirsê yên li ser peywendiya Amerîka û YNK agahdar kiriye. Lê belê Qubad bê agahiya xwe pîşandaye. Heman demî de soza dûvdaçûna vê pirsê daye.

Li gor zanyariyên Wezareta Derveya Amerîka bi fermî li rêya Partiyeke Kurd ya Rojhilat ve pirsa radestkirina Mistefa Selîmî bi hêzên îtlaata Îranê ji aliyê çend çekdarek ve ku xwe bi Asayîşa Pênciwên nasandine, hatine agahdar kirin.

Berê jî Amerika hişdarî dabûn ku Lahor şiyanên asayîşa vê deverê ji bo daxwazên xwe yên şexsî bikartîne.

Back to top button