Civak
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim bihareke pir şadî û xweşî be
Nêçîrvan Barzanî berbijarê Partiya Demokrata Kurdistanê bo pêkanîmna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê, bi minasebeta hatina cenja Newrozê, cejna netweiya kurdî, bi rêya malpera xwe a facebookê, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî gelê kurd kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de, bi minasebeta cejna Newrozê û sersala nû a kurdî gerimtirîn pîrozbahiya pêşkeşî gelê kurd dike û hêvî dike ku saleke pir xêr û xweşî be.
Teksta peyama Nêçîrvan Barzanî li jêr biwîne:
Kurdistaniyên birêz
Hevalên ezîz
Bi minasebeta hatina cejna Newrozê, cejna netewî û sersala kurdî 2712, gerimtirîn pîrozbahiya pêşkeşî gelê kurd bi giştî û hevwelatiyên herêma Kurdistanê bi taybetî dikim. Hêvîya bihareke pir şadî û xweşî bo wan dixwazim.