Jiyan û rewşa şivanê kurda
Di çanda kurda de cotkarî û ajalvanî gelek pşve û ye, ji ber ku kar û pşeyê wan tim ev bûye. Şivanti jî karek pir cudaye û ne hunerê herkesî ye. Ji bo vê malbatên ku şivantiyê nekiribin tune ye an jî kesek bê agahî tune ye. Ji ber vê cihê şivantiyê gelek girîng û bi qêmet e.
Em ‘ewul pezan nas bikin, sê çeît rengê pez hene; pezê sor, spî û reş. Xûyê bizinê bi rik û har e, mih jî sernerm û mûlayim e.
Pezê nêr û mê li gor salanên xwe tên binavkirin: Pezên mîn: mî yê nêr; berxên ku nû zaye berxê virnî, ê ku salekê xwe tijî nekiriye hilû, yê salekê re kavirê nêr, ê du salî re hogeç, ê sê salî beran, ji vir ûnda beranê qert(maz) tê gotin. Yên mê re; berxê virnî, kavira mê, berinbîr, bizaştir û mihê yeksalî, yê din du berî, sê berî û miha qert tê gotin.
Terê bizin jî: ê nêr; kar, gîskê nêr, hevûrî û nêrî. Yên mê jî kar, gîskê mê, tiştir, bizaştir û bizin.
Şivan û pez herdu jî heval in, tu car ji hev naqetin. Şivan li pez mêze dike, diîrîne û xwedî dike. Li berxên biûkan jî zarok lê mêze dikin yanê jê re berxvan tê gotin.
Di tûrê şivan de; kêr, ar/agir, xwê, şekir tim û tim tê de heye, car jî gopal, şiv an ço, tizbî, û ji ber ku kilamê kurdî guhdar bike radyonê ji xwe qet naqetî ne.. Kulavê xwe tim li xwe nêzîk dihêle çavê wî tim lê ye. Çekê şivan jî tim di ber de ye. Cilên wî çefî, egal û şal e.
Kulav ji şivan re tim star e di her demsalê de, di germ û sermayê de. Çekên/cil şivan ê sermayê tim pê re ye, yan jî li hola dihêle.
Şivan serê sibê şefeqê zû, ku çav der û dorê nabîne, yan hîna şev reş e di hunikayê ya sibê de pezê xwe digre hêdî hêdî dibe li cihê beyar û pirêzê de diêrîne ku pez têr bixwe. Bi roj jî ku hewa germ dibe pez nikare biçire pezê xwe dîne li ser cirna kaniyekê av dide, paê jî ku sî hebe dibe bin siyê mexel dike, ku sî tunebe li cihê hunik mexel dike. Cihê beriyê ya her kesî diyar e, berivan tên, xwarina şivan dînin şivan xwarina xwe dixwe, berivan jî pezên xwe didoşin, îrê xwe digrin, xatir ji şivan dixwazin û derin malê.
Şivan li ber êvarê di dema hunik de pezê xwe digre û dibe êrandinê, mêrg û zeviyan dewer bi dewer digerîne. Êvarê mixurbê jî li nêzeka hola pez dihewîne, berivan tên îrê xwe didoşin û karê berivana wê rojê li çolê diqede.
Şivan tim li ber pez e û her daîm şiyar e, bi çav, goh û hestên xwe tim bi çarçav e. Pez bi ro û şev tim di talûkê de ye, talûke; diz, keftar, gur û dijmin e.
Carna ku şivan ji holan an malan dûr dikeve an xwarina wî diqede îr digîhîje hewara wî, carna nanê xwe yê hişk hûr dike û dike nav îr, carna jî ku xwarin hebe an tune be jî îr tim li cem e û dikare îrê xwe bidoşe, şekirê xwe dixe nav, û vedixwe îrê tezeyê bi tehm.
Şivan bi şev pezê xwe diçirîne çimkî bi şev pir hunik e û di hunikayê de pez xweş diêre, wexta ku pez westiya an têr bû, pezê xwe mexel dike. Ji bo ewlehiya xwe û pez, ku şivan radikeve mîhekî an bizinekî yê ku kerî kiriye (‘elimandiye xwe) bi bend bixwe ve girê dide ku bi şev di xew de pez bê xeber û destura şivan neçe deran û wenda nebe, an jî ku gur û diz werin bi vekişiyayê an bi ûyîna pez re şivan bi pez şiyar dibe.
Şivan çiqas şivan be, şivan ne bi tena serê xwe ye, kuçik jî alîgirê şivan e, kuçik hevalekî dilsoz e, şivan ji kuçikê xwe qewetê digire û tirsa wî diçe. Lê ji bo î dibêjin “kuçikê pez.” Kuçik bi şev an bi ro kuçik tim ji pez re ewle ye û pezê distirîne, ku kuçik talûkekî dibîne gohê xwe tûj çavên xwe jî bi baldar li nav pêz, der û dor mêze dike û digere, ku reşikek an jî mirovek xerîb bibîne di’ewute dibe “ ‘ewt ‘ewta” kuçikê. Şivan û pez bi wî dengê şiyar dibin, û dizanin ku talûkek heye û pez xwe ji wî talûkê distrîne. Ku talûke derbas dibe kuçik asta alarma xwe dadixîne û dikeve normalê, kuçik ji pez re dibe destber, pez bi pê ewle dibe û birehetî diêre.
Kuçikê şivan weka şivan li dora pez de digere, doş dibe, dere û tê, û pez berhev dike. Ku kuçik bihna xerîbî, gur û cinawur digire di dora pez de dere û tê li pez û xwediyê xwe mêqet dibe.
Pez malbata şivan e! îmkî şivan ji bo pez malbata xwe diterîkîne, jiyana wî tim dibe ew. Pez îqas bê heş û zîman be jî di navgîna şivan û pez de ragihandinek heye û şivan bi zimanê pez dizane; “Hîrrrr (ji bo ku pez here.” Ji bizinan re “ ‘ey ” (ji bo şiyarbûnê), “Tibvê (ji bo ku pez were)”, li ser avê “dirêyyyy (ji bo av vexwarina pez)”, “hohohooooo, hooy (ji bo ku pez komê serhev bibe)…
Şivan li pezê xwe mêyqet dibe, wek bayterek çi nexweşiya wê hebe li gorana wê derman dixwaze û didiyê. Kijan pez bi xwînê dikeve, xwînê jê ber dide. Dizane ku pezê wî kîjan avis e, li ber zayînê ye. Wexta ku pezê wî dizê kar an berxê virnî dide ber dê, mih jî lê didalêse, paqêj dike mîna canê xwe. Şivan pezê xwe derman dike ji bo qijnik û qirnikan carnan jî serşoyê pez dike. Ji pez re nexweşa pez a pir xeraw tewek e, ku pez bi tewekê bikeve pez nikare here derekî…
Di mewsîma bihari de dema ku hewa germ dibe pezê xwe bi hevrîngê diquse heriya wî berhev dike xwedî pez heriyê xwe dibe mal.
Di aqil û heê şivan de, di jiyana wî de çiqas pez, êrandin, çol û ziyan û ezman be jî jiyana wî ne tev ev e, lê hestên wî jî hene, ji xwe re stranan dibêje, kilamên xweş bi bîlûrê dibêje, deng û bilûra wî ji pez re wek zingil, ji çolê re jî dibe dengê musîkî. Şivan bi bilûra xwe bi awazek êrîn xwe, hevalên xwe kêfxweş û şa dike.
Pez bi bilûra şivan wer dibe ku êdî pez bi dengê bilûrê zane ku şivanê wî kî ye. Şivan ewqas ku pş de dere ku bi bilûrê pez dajo, vedigerîne û dimeîne. Bilûr dibe ragihandina pez û şivan. Şivan bilûrê dikemilîne. Çawa ku şivantî hunerê şivan e, bilûr jî ewqas hunerî wî ye.
Şivan li çolê bê lîstik jî nabe, şivanên dewerê yek caran tên cem hev sêgavkê, bezandin, çilûlî… dileyzîn û di bazdanê de jî govendê girêdidin; êxanî, delîlo……. dileyzin û direqisin bî kêf û coş.
Kesek nikare kari kesekî bike û karê yê herî xweş pşe ye. Şivantî jî ne karî herkesî ye û ne rehet e, û gelek dijwar e. Şivan tim şiyar e, aqil û heê wî tim li ser pez e, pezê xwe nas dike, zane ku pez nexweş e, westiya ye an tî û birçi ye, bi meş û helwesta pez dizane. Yanê şivanê me yê kurda tam şivan e û di karê xwe de huner e.
Paşa Amedî
(Gazetekurd)