Civak

Peyama sersaxiyê

Bi minasebeta koçkirina  Medeniyê Eliyê Unis  , PDK-Bakur Herêma Almanya nameyek sersaxiye pêşkêşî malbata wî dike, ev jî texta wê ye:

 

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata birêz ya xwedê jê razî kek Medeniyê Eliyê Unis   silavên xwedê li we bin.

Mixabin nûçeya koçbarbûna endame Parti ya me û têkoşerê leheng xwedê jê razî kek Medeniyê Eliyê Unis   gihîşte me û em gelek xembar kirin. Bi vê minasebeta han em xemgînî û serxweşiya xwe pêşkêşî we û tevahiya hevalan dikin û em hevparê xema we ne.

Xwedê jê razî, têkoşerekî jêhatî û nîştimanperwerekî dilsoz yê rêbaza Kurdayetî û xwedan hestên bilind yên netewî bû, lewre ji destdana xwedê jê razî wendakirinek gelek mezin e ji bo gelê Kurd, înşaelah cîhê ruhê wî bihuşt e.

PDK-Bakur Komita Herema Almanya
12.03.2012

Back to top button