Cîhan
Kurd rejima esad şermezar kirin
Îro salvegera serhildana kurdên Kurdistana Suriye bû. Li Qamişlo û gelek deverêndin yên Kurdistana Rojava bi hezaran insan daketin kolanan û bi xwepêşandanên girsehîpêkanîn û rejima suriye şermezar kirin.
Hêzên ewlehiya rejimê li Qamîşlo ji bo xelkê belav bikin bi bombên gazê û çekan êrîşê xelkê kirin. Heta niha rewş nayê zanîn.Gelek xwepêşnadan di destê wan de alayên Kurdistanê nêzikî sinorê Kurdistana Bakur hatin dîtin û gelek rojnemevanên Tirkiye li deriyê tixûb li Misirbîne weneyên xwepêşandana girtin.
Herweha eşkere bû ku doh hêjên rejima Suriye komkujiyek pêkanine û li bajarê Humusê devera Kerem Zeytun 14o kes hatine kuştin.