Medeniyê Eliyê Unis çû ser dilovaniya xwe
Medeniyê Eliyê Unis çû ser dilovaniya xwe. Şêva 9-ê Adarê Medeniyê Eliyê Unis li gundê Dêrişwan çû rehmeta xwedê. Eve demek bû tenduristiya Medeni ne gelek baş bû.
Medenî 82 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ew di zarokatiya xwe de tevlî malbata xwe derbasî Suriye bû. Hingê temenî wî 6 salî bû. Malbata Eliyê Unis sala 1936 li himber rejima Kemalist serihildidin û di encamde mecbûr dibin dicing Suriye.
Medenî 12 saliya xwe de vedigerê Kurdistana Bakur. Dema sala 1965 Partiya Demokra a Kurdistana Tirkiye tê damezirandin, piştî demek kurt Medeni dibe endamê partiye û dest xebata xwe ya welatparêzî dike.
Medenî heta endametiya komita nawendî ya PDK-ê bilind dibe. Ew heta dawiya temenê xwe wek endamê PDK-ê ma.
Bila hezarca rehmeta xwedê li giyanê wî be. Ew dê bi tekoşîna xwe her tim dê nav kar û xebata li ser rêbaza Barzaniyê nemir de bijî.
Rojevakurd