Civak

Di civîna Abant-ê de navê kurd û kurdî tuneye

Civîna Abant-ê ya 26-ê bi mijara ‘Çarçoveya Makezagona Nû’ li Bolu yê dawî bû. Piştî dawîbûna civînê daxuyaniyek hate belav kirin û di vê daxuyaniyê de pêşniyarên cuda ji bo dastura nû hatin kirin. Di gelek waran de pişniyar hene.

Lê ya herî girîng ji bo kurdal i ser nasname û perwerdeya bi zimanê kurdi ye. Beşek pêşniyaran de behsa awayê îdarekirina Tirkiye jî tê kirin.
Wek tê zanîn pêşgotina destura bingehîn ya Tirkiye hemî li ser bingehê nijadperstiya neteweyê tirk hatiye nivîsandin. Her tiş ji bo serkeftin û xweşûya neteweyê tirk e.
Beşdarvanên civîna Abant di daxuyanya xwe de tu bedîlekî ji vê pêşgotina desturê re naynin û dixwazin bila ew bi temamî rabe. Yanî di destura nû de wek pêşgotinek ne pêwiste.

Herweha ji bo nasandina hevwelatiyê jî  sê pişniyar hene.

Peşniyara yekem: Ne pêwiste ku mirov di destûrê de şeklê hevwelatiyê bide kifşkirin.

Pêşniyara duyem: Her kesê ku di axa bin desthilatdariya cumhuriyeta Tirkiye de xudê bide ew hevwelatiyê Tirkiye ye. Li cihên ne di bin desthilatdariya Tirkiye de be û zarokek ji dê û bavek hevwelatiyê Tirkiye çêbibe bi qanun dikare bibe hevwelatî.

Pêşniyara sêyem: Herkesê ku ji dê û bavek hevwelatiyê Tirkiye çêbibe ew hevwelatî ye.

 

Bi zimanê dayîkê perwerde bûn.

Ev sê maddeyên hanê hatine gotubêj kirin û qebûl kirin.

Pêşniyara yekem: Perwerdebûna bi zimanê dayîkê mafek yê mirovatiyê ye. Divê di destûrê de tu madeyek ku astengiyê ji bo perwerda zimanê dayîkê çêbike tunebê.

Pêşniyara duyem: Divê destur ji bo perwerda zimanên dayîkê yên cuda maf bide herkesekî.

Pişniyara sêyem: Bi mercê ku zimanê fermî fêr bibe û bête fêr kirin, herkes di perwerdê de dikare zimanê xwe kar bîne.

Wek ku dixweyê tu pêşniyarên ku di civînê de, di derbrabêrê pirsa kurd de zelaiyekî bide nehatiye qebûl kirin.  Nasnama kurdan nayê navkirin û herweha ji bo taybet perwerda zimanê kurdî tiştek vekirî tuneye.

Raste behskirina van pêşniyaran li gora destura niha heyî gelekî li pêşin û dê ji destura îro gelek çêtirbin. Heta nehatibe navkirin jî dê kurd bikaribin  di çerçova van pêşniyaran de bi zimanê xwe pewerdeyê bikin. Lê tu demanek qanunî û ya dewletê tuneye.

Gelo çima pirsa kurd nayê navkirin? Çima pêşniyar nakin bila perwede bi zimanê kurdî bê kirin? Çima nasnama kurdî di tariyê de dihêlin? Kurd kurdin ew dixwazin nasnama wan di desturê de bête navkirin.

Di destura Iraqê de kurd çewe cih digirin bila destura nû ya Tirkiye de jî bi wî awayî cih bigrin. Heta ji navê kurd û Kurdistanê tirs hebê tu pirs nayên çareserkirin.

 

Rojevakurd: Nûçe/Analîz

 

 

Back to top button