Bêyî rêpêdana fermî kes nikarê bê Hewlêrê
Nivîsîngeha Parêzgeha Hewlêrê radigihîne daxwaz dikîn kes ji bo xwe rê nede bo ku bê Hewlêrê, ji ber ku bê rêpêdana fermî ya Wezareta Navxweyî kes nikarê bê sînorê parêzgeha Hewlêrê.
Nivîsîngeha Parêzgerê Hewlêrê daxuyaniyek belavkir û têda dibêje: “Hîç kesek bi bêyî rizamendî û rêpêdana fermî ya Wezareta Navxweya Hikûmeta Kurdistanê ku mekanîzma wergirtina rêpêdanê berê hatibû destnîşankirin biryar li ser hatiye dayîn ku ji aliyê Wezaretê ve divê ew rêpêdan hatibe wergirtin û bêyî wê rêpêdanê kes nikarê bê nav tixûbên parêzgeha Hewlêrê”.
Parêzgerê Hewlêr daxwaz dike kes bi serê xwe neyê ji ber ku “rêya hatinê nav bajar nayê dayîn û ewên ku forma Wezareta Navxweyî heye li her derbasgehek bê nav sînorê parêzgeha Hewlêrê pişkinîna Korona ji bo wan tê encamdan û paşê dikarin bêne nav bajarê Hewlêrê”.