Dîroka qeyranên nirxên neftê

  1. Li sala 1973 cengê nefta Erebî
    Ji ber gengeşeyên di navbera Îsraîl û Filistînê nirxa neft ji 3.6 dolar ve bilinbû heta 12 dolaran. Eve jî piştî biryara rêxistina Opec bû ku bûye sedema ragirtina şandina neftê bo Amerîka û Ewrupa, piştgîriya Amerîka ya Îsraîlê ji bo şer û cengê cotmehê(oktober).
  2. Sala 1979 û şoreşa Îranê
    Li gel serhildana şoreşa Îranê nirxê neft ji 13 dolaran ve bilindbû heta 34 dolaran, berdewam li bilindbûnê de bû. (Li cengê yekemê Kendavê)
  3. Sala 1986 daketina mezin
    Li destpêka sala 1986 nirxê neftê ji 39 dolaran daket heta 10 dolaran. Ev daketin bi mezintirîn daketina nirxê neftê tê zanîn ku neft piştî xwemalîkirina kêlgehên neftê ji aliyê welatên berhemanîna neftê û endamên rêxistina Opec ê.
  4. Sala 1997 û qeyrana welatên Başûrê Rojhilatê Asya
    Ew qeyranên ku rû li welatên Başurê Rojhilatê Asyayê kir, buye sedema wê yekê ku daketina nirxê neftê heta 10 dolaran. Sedema daketina nirxê bo wê astê, vedigere ser kêmbûna daxwazên wan welatan ya ji bo neftê.
  5. Qeyrana 2000 heta 2008 (Qeyrana Darayî Cîhanî)
    Li sala 200 nirxê neft ji 17 dolar ve bilindbu heta 147 dolaran. Lê belê piştî êrîşa Eylul (September) û şerê dijî terorê û ruxana rejîma Be’es û qeyrana darayî ya sala 2008 nirxê neftê heta 40 dolaran daket.
  6. Sala 2011 û Bihara Erebî
    Serhildana şoreşa Bihara Erebî û guherîna rejîmên zêdetirên welatên Erebî û bi taybetî Lîbya, kudetaya(darbeya) serbaziya Misir û şerê berdewam yê Suriye, sedemên serekî yê daketina nirxê neftê bûn ji 118 dolar heta 54 dolar li sala 2014 û daket heta 27 dolar heta dawiya sala 2016.
  7. Sala 2016 û rêkeftina welatên OPEC û OPEC+

Welatên endamê rêxistina Opec û Rusya li sala 2016 rêkeftin ku nirxê neftê li 65 dolar de bihêlin.

  1. Sala 2020 û şerê nirxê neftê

Sala 2020 sala komkirina qeyranên cîhane, hengav avêtina berev sîstemekî nû ya aborî cîhanî. Ji ber ku li 2020 da nirxê neftê ji 60 dolar daket heta 14 dolaran. Çendîn nirxandin hene ji bo sedemên daketina nirxê neftê ya wê astê. Ji bilî rêkeftina dewletên zilhêzên neftê ji bo kêmkirina berhemanîna neftê.

Çend têbîniyek

Armanca behskirina dîroka qeyranên nirxê neftê, dîtineke armanca welatane li daketina nirxê neftê. Ji ber ku:

  • Berhemanîna neftê ji bilî bandora wê ya aborî ya wekî çekek ji bo guherîna nexşeya jeosiyasiya cîhanê tê bikaranîn. Ji bo wê yekê berî her nirxandineke nirxê newtê bê kirin pêwîste me ber çavên me rûn bê, ji bo rêkeftinên boriya neftê ya welatên cîhanê.
  • Li sala 1973 heta sala 1990 welatên Opec destê wan li dirustkirina qeyrana neftê de hebû, lê belê piştî damezrandina kompanyayên komkirina neftê û bazarên hevbeş, ew çek êdî pûç bû. Bi wateyekî din êdî hîç welatek nikarê biryara berhemanînê û şandina neftê ya dirustkirina guhertinan li nirxê neftê de bide.
  • Berhemanîna neftê kêşeyekî zêde ji bo jeolojiya zevî dirustkiriye. Bûye sedema çendîn kêşeyên jîngehê guhertina keş û hewayê. Ji bo wê yekê dewletên zilhêz herdem neçarin rêk bikevin, bo ku zeviyê ji karesatên mezin biparêzin. Bi taybetî welatên xwedî neftê şil.
  • Neft li sîstema sermayedariyê nedadperweriyeke zêde li asta debara welatan de dirustkir. Ji ber dewlemendiya navçeyan bi neftê, lê belê mezinbûna asta bazirganiyê ya her welatek nebese ji bo mayina bihêziyê, ji ber ku dibê sedema dirustbûna newekheviya serhildana çînayetiyê (Hejar, dewlemend) û koçberbûna xelkê û koçkirina wan. Ji bo wê yekê cîhana nû ya 2020 pêwîstî bi sîstemekî nû ya cîhanî heye.

Rondik Faris Abdullah

20.04.2020

Nerîna min :