Civak

Hewlêr xêrxwaziyê de jî, pêşengê Kurdistanê ye % 76

Hikumeta Herêma Kurdistanê wê pereyê ji bo helmeta rûbirûbûna Koronayê hatiye bexşîn ragihand û sedî 76 ê wê pereyê bi Hikumetê hatiye bexşîn ji parêzgeha Hewlêrê ve bûye.

Li çarçêweya komkirina alîkarî û hevkariyên ji bo rûbirûbûna şewba Korona li Herêma Kurdistanê, Hikumeta Herêma Kurdistanê helmeteke (Bi pêkve bihêztirîn) ji bo komkirina hevkarî û bexşînê ragihand.

Ew pereyê heta niha bi wê helmet û kampanyayê hatiye bexşîn ji (20.857.368) Bîst milyon û heşt sed û pencih û heft hezar û sê sed û şêst û heşt dolar bûye:

  • Bexşînên Hewlêrê: 15.716.181 (Panz deh milyon û heft sed û şanz deh hezar û sed û heştih û yek dolar) . % 76
  • Bexşînên Dihokê: 2.975.145 (Dû milyon û neh sed û heftih û pênc hezar û sed û çil û pênc dolar). % 14
  • Bexşînên Silêmanî: 2.116.074 (Dû milyon û sed û şanz deh hezar û heftih û çar dolar). % 10

Hikûmeta Kurdistanê dibêje, helmeta (Bi pêkve bihêztirîn) taybet ji bo rûbirûbûna Koronayê berdewame û dikarin hevkarî û bexşînên xwe ji bo van hejmarên bankê re bişînin ku taybetin bi vê helmetê:

Banka Minare ya Hikumî hejmara hesab: 493
Banka Ehlî (RT) hejmara hesab: 47186

Ji bo zanyariyên zêdetir peywendiyê bi van hejmarên telefonan bikin:
07705590001
07501751911

Back to top button