Bozyel: HAKPAR bi endamtiya Burkay kêfxweş e
Serokê giştî yê partiya maf û azadiyan (HAKPAR) Bayram Bozyel, li bara îstifaya hinek rêvebirên partiyê ji ber endambûna Kemal Burkay de diyar kir, endamtiya Burkay, bo partiya wan wek rûmetê ye.
bozyelkonferansSerokê giştî yê HAKPARê, Bayram Bozyel, îro li bara arîşeya îstifaya hinek rêvebirên wê partiyê ji ber endamtiya serokê berê yê PSKê Kemal Burkay de daxuyaniyek da.
Bozyel, di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji AKnewsê re hatiye şandin, diyar kir, partiya HAKPARê, parêzerê maf û azadiyên kurdan bûye û divê rêyê de gelek êş û zehmetî dîtiye û wek nûnerê wîjdana kurd e, lewre daxuyaniya hinek rêvebirên partiyê ku dibêjin “endamtiya Kemal Burkay dê bibe sedema zeftkirina partiyê”, bêbextî ye û tiştekî aqilane nîne.
Serokê HAKPARê, wiha pêde çû, “Birêz Kemal Burkayê, jiyana xwe daye doza azadiya gelê kurd û mirovekî rewşenbîr û xebatger e, ji ber wê endamtiya wî bûye sedema bihêzbûna partiya me û bûye rûmeta me. Em wek HAKPAR û gelê kurd ji vê yekê kêfxweş in.”
Tê zanîn, piştî ku siyasetmedarê kurd Kemal Burkay bûbû endamê HAKPARê, 4 cîgirên serokê partiyê, 3 endamên meclisê û hinek berpirsên partiyê yên bajaran, bi hêceta ku Burkay bi tundî dijbertiya PKKê dike, ji partiyê îstifa kiribûn.
AKnews
Wergêr: sm