Barzanî: Serdana me bo Yekgirtu ji daxwaza lêborînê mezintir e
Cîgirê serokê Partya Demokrata Kurdistanê (PDK) ê û namzedê Partiyê bo serokwezîriya Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, duhî digel serokê Yekgirtuya îslamiya Kurdistanê (YÎK), Selahedîn Behadîn hevdîtin kir û got ku serdana wî bo baregeha polîtbûroya Yekgirtuya Kurdistanê, ji daxwaza lêborînê mezintir e.
Piştî derbasbûna 3 mehan bi ser bûyerên devera Badînan û aloziya navbera PDK û Yekgirtuya Îslamîya Kurdistanê, duhê cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandeke PDKê serdana baregeha polîtbûroya Yekgirtuya Îslamiya Kurdistanê (YÎK) li Hewlêrê kir û ji aliyê emîndarê wê partiyê Selahedîn Bihaedîn ve hat pêşwazî kirin û ciîneke hevbeş saz kir.
Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî, bi navê her du partiyan daxuyaniyek da raya giştî û got ku ew vî civînê bi destpêkek baş dibînin ku yekem civîna hevbeşe di navbera her du aliyan de, piştî bûyerên Zaxo û Duhokê, tê kirin :
– Bûyerên devera Badînan, tenê zirar li Yekgirtuyê nedaye ji ber ku zirareke mezin li PDKê jî da. Em hêvîdar in, civîna îro bibe destpêkek baş bo çêkirina pêwendiyên tendurist digel YÎKê. Divê êdî tu baregeh û dikanek neyê şewitandin.
Cîgirê serokê PDKê, ragihand, di civînê de tu tiştek li ser hikûmeta nû nehat axaftin, lê heke hemû aliyek beşdar bibin baş dibe, helbet merc nîne herkes beşdar bibe lê bila alîkariya hikûmetê bikin :
– Ev civîn ne ya dawî ye, dê civînên din jî bên sazkirin. Rayedarên YÎKê jî dixwazin bizanin sedema bûyeran û lêkolînên li bara bûyerên han çawa dimeşe.
Nêçîrvan Barzanî li dor teslîmnekirina baregeha Yekgirtû ya li Duhokê ku heta niha jî di destê hêzên asayîşê de ye, got:
– Em dê heftiya bê baregeha wan teslîm bikin
Di bersiva pirsekê da ka gelê PDK dê daxwazalêbihurînê ji YÎK bike, Nêçîrvan Barzanî wiha got :
– Hatina me bo baregeha YÎKê, ji daxwaza lêborînê mezintir e