Polîtîk

Partiyên kurdan hilbijartinên Îranê baykot dikin

Partiyên Kurdistana Îranê yên li herêma Kurdistanê ne, bang li gelê rojhilatê Kurdistanê kirin ku, beşdarî hilbijartinên 2ê adara 2012ê ya parlamentoya Îranê nebin û baykot bikin. 

4 partiyên Kurdistana Îranê, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Sazmana Xebatê ya Kurdistana Îranê, Partiya Demokrat a Kurdistanê û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê, îro li bara hilbijartinên parlamentoya Îranê preskonfrenseke hevbeş sa kirin û daxwaz li hevwelatiyan kir ku beşdariyê di hilbijartinên parlamentoya Îranê de nekin.

Li gor AKnews, di daxuyaniya her 4 partiyan de hatiye diyarkirin ku, hilbijartinên parlamentoya Îranê ji pîvanên hilbijartineke azad û demokratîk dûr in û parlamentoya Îranê nikare ji fermana rêberê Îranê Elî Xameneyî derkeve û:

Ji ber vê yekê, bila gelê kurd li rojhilatê Kurdistanê hilbijartinên 2ê adara îsal a parlamentoya Îranê baykot bike û bila kuçe û kolan tenê ji bo hêzên serkutker bimînin.

Endamê rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kemal Kerîmî, bi nûnertiya her 4 partiyan diyar kir ku, ew wek 4 partiyên rojhilata Kurdistanê daxwaza baykotkirina hilbijartinên parlamentoya Îranê dikin. 

Kerîmî got:

Me hewl da hemû partî û saziyên kurd ên rojhilatê Kurdistanê li ser vê helwestê yek deng bin,  lê mixabin tenê 4 partiyan ev yek qebûl kirin.

Hilbijartinên parlamentoya Îranê, 2ê adara 2012ê dê bê sazkirin.

Back to top button