Cîhan

"Exxon Mobil" bêdengî ya xwe şikand

 

Mezintirîn şîrketa petrolê ya Amerîkayê Exxon Mobil bê dengî şikand û di rapora xwe ya salane de eşkere kir ku planên xwe li herêma Kurdistanê ji bo lêgerîn û dîtina kaniyên petrolê didomîne.

Di rapora salane ya Exxon Mobil de tê destnîşan kirin ku, di sala 2011ê de bi Hikumeta Herêma Kurdistanê re hin peyman îmze kirine ku lêgerîna xwe ji bo dîtina petrolê bidomîne.

hikumeta herêma Kurdistanê di 18ê kanûna sala 2011ê de eşkere kiribû ku, bo hilberîna petrolê peymanek digel şîrketa petrolê ya DYAyê Exxon Mobilê îmze kirine.

Exxon Mobil di berdewama rapora xwe de wiha dibêje:

Ji bo lêgerîna petrolê peyman li gorî 5 salan hatiye îmzekirin û derfet heye ku 2 salên dîtir jî li ser bê dirêjkirin. Ji bo hilberînê jî peymana 20 salan hatiye îmzekirin û derfeta 5 sal jî bo dirêjkirina wê hene.

Peymana ku hikûmeta Kurdistanê bi mezintirîn şîrketa petrolê ya Amerîkayê Exxson Mobil re kiriye, bû sedemê acizbûna hikumeta navendî ya Bexdayê. Hikumeta Bexdayê peymanên ku bi heman şîrketê re di heqê petrolên rojava û başûrê Bexdayê de îmze kiribûn hilweşandin.

Di dawiya çileya îsal de hikumeta Bexdayê ji şîrketa Exxon Mobilê re got, “Ger xebata xwe ya gerîna petrolê ya herêma Kurdistanê rawestîne, dîsa dikare karê xwe yê Qurne, başûrê Îraqê berdewam bike.” 

Çavkaniyên pîşesaziyê ragihandin ku, ti nîşane nîne ku Exxon Mobil xebata xwe ya Kurdistanê rawestîne û karên wê yên dîtina petrolê berdewamin. (Rûdaw)

 

Back to top button