Polîtîk

Nêçîrvan Barzanî sipasiya xwendevanan kir

 

Nêçîrvan Barzanî kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê, bi rêya malpera xwe a Facebookê bersiva hemû wan kes û aliyên komentar û pêşniyar li ser pêkanîna kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistamnê jê re hinartine da.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe a sipasiyê de dibêje:

Hevalên ezîz. Ji bo wan hemû komentar û pêşniyarên giring û hêja ku we bi rêya malpera min (Facebook) li dor pêkanîna kabîneya heftem ji min re şandine, gelek sipas dikim. Ez gelek matmayî û kêfxweş bûm bi dîtin û xwendina hizir û ramanên we û ez we piştrast dikim ku ez dê giringiyê bi hemû komentarên we bidim û di siyaseta hikûmeta nû de mifay jê werbigirim. Bi biştgiriya we yên birêz, em li ser pêkanîna hikûmetê û danan bernameyekî ku bersiva hemû daxwazên hevwelatiyan bide bi îsrar bin. Careke din destxweşiyê li we dikim  sipasiya beşdariya we dikim. 

nûçeya peywendîdar:
https://rojevakurd.com/rojev/9611-peyameke-sngek-fireh-pwaziy-fikir-hizrn-dikim.html

 

Back to top button