Polîtîk

Tanrikulu: Sê pirsa ji Ergîn dike

Cîgirê serokê giştî yê CHPê û parlamenterê Stenbolê, Sezgîn Tanrikulu, diyar kir ku, binpêkiria mafên girtiyan li Tirkiyeyê, ji dema rejîmên darbeyê jî zêdetir dibe. 

Tanrikulu, nameyek ji serokatiya parlamentoya Tirkiyeyê re nivîsand û tê de hinek pirs ji wezîr dadê Sadullah Ergîn kir. 

Li gor AKnews, cîgirê serokê CHPê, di nameya xwe de,  ev pirs ji Ergîn kiriye:

– Gelo şêwazên dîlgirtinê bo girtî û zîndaniyan heye? Gelo karmendên zîndanan li bara van şêwazan tên perwerdekirin?

– Gelo nivîsên ku ji aliyê girtiyan ve tên nivîsandin, heke tundî tê de tune be jî tên astengkirin?

– Gelo heta niha astengî li hember şandina name, pirtûk û meqaleyên girtiyan bo derve yan ji malbat û ragihandinê re hatiye kirin? Sedemên vê çi ne?

Back to top button