Pêwîste Kurd ji YE daxwaza vekirina kanalek Kurdî bikin.
Siyasetmedar Şefik Kaya li ser rûpela xwe ya taybetiya tora civakiya facebookê pêşniyarek li Kurdên nîştecihên welatên Yekîtiya Ewrupa dike û dibêje pêwîste Kurd ji YE daxwaza vekirina kanalek Kurdî bikin.
Her wiha Şefik Kaya li peyama xwe de dibêje: Kurdên li YE divê niha, nemaze ji bo agehdariyên di derbarî Şofa Corona de, ji bo parastina jiyanê, ji YE daxwaza vekirina kanalek TV kurdî bikin. Heke ev daxwaz ji bo kes û saziyên kurd bibe xaleke girîng û hevbeş, vekirina kanalek kurdî pir mumkun e. Berê li welatên ku lê dijîn û paşê hemû kurdên YE bi hev re daxwaza kurdan bigihîjînine Serokayetiya YE. Piraniya kurdan bi zimanê xwe agehdarî nagirin yan jî pir kêm jî destê duyemîn agehdariyê lawaz digrin. Ji ber tunebûna agehdariya rast û di wextê de jiyana pir kurdan di xeyerê de ye.