Polîtîk

Li gel berpirsên Amerikî rewşa Iraq û Kurdistanê nirxandin

Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Amerîka li gel Berpirsên Wezareta Derveyê Amerîka û Encumena Asayîşa Niştîmanî civiya û di derbarê rewşa dawî ya Kurdistan û Iraqê guftûgo kirin.

Roja dûşem rêkefta 6 nîsan 2020 Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li gel David Copley Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka yê Karubarê Iraqê ku nû li vê postê da dest bi kar bûye gûftgû kirin. Li vê peywendiya telefoniya ku li navbera her dû aliyan de hate encamdan di derbarê gefên li ber Herêma Kurdistan û Iraqê û belavbûna şewba Korona û qeyranên mirovî û pirsên peywendîdar bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikumeta Iraqê gûftûgo kirin. Her wiha tekez li ser hemahengiya di navbera her dû aliyan bi taybetî li vê dema niha da ji ber wan astengî û pirsên ku hene kirin.

Her wiha heftiya derbasbûyî jî Beyan Samî Abdulrahman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li gel Erik Olson Berpirsê Karubarê Iraqê li Encumena Asayîşa Niştîmanî di derbarê pêşveçûnên navçeyê û karên Hikumeta Kurdistanê yên ji bo rûbirûbûna şewba Koronayê guftûgo kirin.

Back to top button