Ji bo çi PKK êrîşê PDKê dike

Di vê qonaxa ku cîhan têre derbas dibe, dê gelek guhertinên bingehîn li gel xwe peyda bike. Dema derketin û belavbûna vîrûsa Koronayê û herweha bandora li ser welatan kirî, gelek dîtin di derbarê hinek welatan de hatin guhertin. Hêdî cîhan behsa pêvajoya piştî çareseriya Koronayê dike.

Mixabin wek bi tevahî kurda çikas sûd ji vê pêvajoyê wergirtin cihê gotubêjê ye. Dema wek hukumet û desthilat mirov li rewş û helwesta desthilata Kurdistana Başûr dinêre rastiyê de wek welatek modern li himber belavbûna vîrûsa Koronayê tedbîr standin û karîn gelek baş vê tengasiyê de îradeyek baş bidin pêş û ji bo vê pêvajoyê derbas bikin têştên hêja kirin.

Di vê dema ku rojev li cîhanê û Kurdistanê jî şerê li dijê vîrûsa Koronayê ye, hinek aliyên siyasî hêja li dûv vê yekêne ku, siyaseta xwe ya qirêj serbêxin û nakokiyan li Başûrê Kurdistanê zê de bikin. Di medya PKKê de cardin êrîşê PDKê dikin, li dijê PDKê nivîsa belav dikin û bêbextiya li kiryarên PDKê dikin. Hewl didin nakokiyan di nava PDKê û YNKê de geş bikin. Ji ber ku jiyana wan vê yekêve girêdayî ye.

Akilmendên PKKê pirsa Mexmûr, Şingal û Qendilê de rexneyên ne di cih de û nerast li PDKê dikin. Lê dema van rexneyan dikin û PDKê bi hinek tiştên xirab îtham dikin û derwa dikin, rastiya xwe nabînin. Gelek alîyên ku di bingehê xwe de li dijê PDKê ne û li dijê xeta netewînê  di bin de pişgiriya vê siyaseta dijminahî ya PKKê dikin. Ew gelek dixwazin PKK êrîşê PDKê bike.

PKK ji bo siyaseta PDKê li Şingal, Mexmûr û Qendilê rexna dike, ji rexna wêde PDKê tawanbar dike.

Gelek kurtahî li Şingalê PKKê li gel Heşda Şeibî hevkarî kir û hevalbendiya rejima Iraqê kirin şerê pêşmerge kir. Heta vê gavê jî li gel Heşda Şeibî hevkarin û mehane miaşên xwe ji hukumeta Iraqê digrin. Her kurdek bi siyasetê ve mijûle vê yekê dizane, lê be deng dimînin.

Mexmûr wek Qendila duyem e, piraniya kar û xebatên PKKê li Mexmûr têne rêve birin. Lê Mexmûr jî wek Şingalê hukumeta Bexdayê ve giridayîye. Hukumeta Kurdistanê ji bo jiyana nişteciyên kampa Mexmûr baş bike gelek tişt kirin. Lê wan ji bo hukumeta Kurdistanê bêxin tengasiyê de, li Hewlêr karmendek yê konsulusiya Tirkiye kuştin û pravakasyonek mezin kirin. Hukumeta herêmê mecbûr bû hinek tedbîra ji bo Kampa Mexmûr bigrin. Eger ne ji Hewlêrbûya Mexmûr jiyana civakî bi temamî têkdiçuya.

Mesela Qendil jî ewe ku bi salan wek baregehê bingehîn yê PKKê tê zanin. Lê PKK Qendilê li dijê desthilata Kurdistanê bi kar tîne û di nivîsên  medya xwe de belav dikin, hewl didin ku nakokokiyan di nava PDKê û YNKê de peyda bikin .

Di van rojên tengasî de pêwiste rojeva sereke ya Kurda parastina jiyana xelkê be li dijê nexweşiya Koronayê, lê mixabin siyaseta ku li ser jiyana xelkê ji bo hinek destxistinên teng yên rêxistinî, di hinek cihan de rê li parastina jiyana hemwelatiyan jî digre.

Heta ku Kurd wek milet rastiya xwe nebinê kesek nikare Kurda rizgar bike û dê her demî mehkumê aliyên siyaseta ne Kurdistanî û ne netewî bin.

Berjewendiyên basît dibe sedemek ku, li himber siyasetên çewt gelek cara piraniya, siyasetmedar, rewşenbîr bê deng dimînin.

Nûçe/Analîz

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: