Civak

Li Hewlêrê kargeheke mezin ya çêkirina rûpoşan tê vekirin

Li daxûyeniyek da jûra ragihandina parêzgeha Hewlêrê dûpat kir ku mezintirîn kargeha çêkirin û berhemanîna rûpoş û maskan li bajarê Hewlêrê tê vekirin.

Li daxûyaniyê de hatiye nivîsîn: “Bi hewl û palpiştiya raste rast Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê Kompanya Cîhana Pizîşkî (Alam Altib) li çend rojên pêş da, mezintirîn kargeha berhemanîn û dirustkirina mask û rûpoşan li ser asta Iraq û navçeyê bi kalîteyeke bilind û li gor standarda cîhanî li Hewlêrê vedikin.”.

Ev kargeh li yek mehê de dikare zêdetirê 10 milyon rûpoşan çêbike û berhembîne, ji bilî çêkirin û berhemanîna rûpoşan (cil û berg û sêtên neştergeriya disposebile)ya pizîşkî jî dirust dike û yek ji mezintirîn kargehên li ser asta Iraq û navçeyê tê hejmar kirin.

Back to top button