Serokê Kurdistanê ji xelkê re got em şanaziyê bi we dikîn

Serokê Kurdistanê li peyamek da spasiya niştimaniyan, hêzên emnî, karmendên tendirustî û ragihandinan dike û dibêje: Em şanaziyê bi we dikîn.

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li peyama xwe ya ku li tora civakî de belavkiriye ji bo niştimaniyan dibêje: “Spasî welatiyan û nîştecihên Kurdistanê dikim ji bo mayîna wan ya li mal ve û pêgirîbûna wan ya bi rêminayiyan”.

Serokê Kurdistanê her wiha spasekî taybet ji bo karmendên tendirustî, Pêşmerge, karmendên firokxane û derbasgehên sînorî, dezgehên emnî, ragihandin û wan hemû qehremanan ku ji bo parastina Kurdistanê ji şewba Korona berdewam kar dikin û dibêje: “Em şanaziyê bi we dikîn”.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: