Civak

Jin daxwazin beşdariya wan di hikûmetê de ji %25 be.

Hejmarek rêxistinên jinan ên herêma Kurdistanê civînek li Hewlêrê saz kirin û piştî civînê di daxuyaniyekê de daxwaz kir ku hijmara jinan di kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de bê zêde kirin û li gor axavtinên yek ji beşdarên civînê wan nameyak amade kiriye ku, her dema Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê serokê Kurdistanê ve ji bo pêkanîn akabîneya heftem hat  wezîfedar kirin,  pêşkeşî wî bikin 

Li dor pirsa beşdarîkirina jinan di kabîneya nû de, Viyan Silêman sekretera Ykêtiya Afretên Kurdistanê ji rojnameya Evro re got ku ji bo vî meseleyê komîteke hatiye pêkanîn: 

Em li bendê ne ku her dema Nêçîrvan Barzanî ji aliyê serokê Kurdistanê ve ji bo bo pêkanîna kabîneya nû tê wezîfedar kirin, , wê demê em jî bi fermî daxwaznameya xwe pêşkêşî bikin.

Em weke rêxistinên jinan dixwazin di kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê de rêjeya beşdariya jinan di wezêfeyên hikûmetê de ji %25 be.

Silêman got ku ew dixwazin ne ku tenê jinan bikin wezîr, lê di wezîfeyên din yê hikûmetê de jî, weke bibin cîgir û alîkara wezîr, rêveberên giştî, walî û li konsulxane û nûneratiyên hikûmetê li derveyî welat jî hejmareke  jinên xwedan şiyan bên danîn.

Back to top button