Polîtîk

Hewramî serdana HAK-PAR-ê kir

Berpirsê PDK-ê yê derve Hêmîn Hewramî li gel şandek a PDK-ê serdana nawenda HAK-PAR-ê kir.

Di vê derbarê de ji nawenda HAK-PAR-ê daxuyaniyek hate belavkirin.
 
Şandeya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-IRAQ) li Enqere Nawenda me ziyaret kir.

Şandeya Partiya Demokrata Kurdistan ku ji Hemîn Hawramî, Îbrahîm Hessen, Tola Mehdî pek dihetain li Enqerê navenda partiya me ziyaret kirin. Di ziyareta şandeya PDK-I’ da niwenerê PDK Enqerê Omer Mîranî jî hazir bû. Şandeya PDK ji aliyê Cigirên Serokê Partiya me Celal Yildiz, Fehmî Demir û Îbrahîm Kureken ve hatin peşwazîkirin. Ziyaret roja 8’ê Sibata 2012’an de pêkhat.

Şandeya PDKê, di hevdîtina li gel me derheqa peşdehatiyên Tirkiyê, çêkirina makezagonek nû, buyerên li Suriyê rûdidin dîtinên xwe anîn zimên. Her weha birêvebirên partiya me jî, bir û baweriyên me yên li ser rûdanên dawî ku li herêmê, li Tıirkiyê diqewimin anîn zman.

Hevdîtin bi awayek serkeftî û bi xwestina berdewemiya hevdîtinan dawî bû.

HAK-PAR

 

Back to top button