Civak

Dadgeha Bexdayê pişta xwe dide Helebçe

Heta niha 7000 gilî ji aliyê Helebçeyiyan ve li dadgeha giştî ya Iraqê hatine tomarkirin. Lê dadgeha Iraqî giliyên wan red kir.

 Li gora nûçeya PNA, qeymeqamê Helebçeyê Goran Edhem, li ser wê yekê dupat kir ku ew gilî bê sedem hatine red kirin û buhaneyên cuda cuda ji redkirina wê re dîtine. Edhem got: ´´Ew giliyên ku hatine kirin, piştî herifîna rêjîma Beisê bûye û dadgeh jî niha daxwaza tapoyên xaniyê wan yên wir dike, gelo kesên ku xanî û zarokên wan hatine wêrankirin, karin tapoyan ji kû bînin?´´

Edhem di dawiya gotina xwe de li ser peywendiya wan giliyan bi yasaya qerebûkirinê re weha got: ´´Ti peywendiya vê meselê bi yasaya qerebûkirinê re nîne, lewma jî niha em hewl didin ku di hin riyan re, vê meselê bigihînin berpirsên Bexdadê.´´

Back to top button