Polîtîk

Îdia: KCK di çavderiya MIT-ê de hatiye çêkirin

Dozerê xwedî desthilatdariya taybet di çerçova doza KCK-ê de wek tawanbar serokê Dezgêhê Îstixbarata Neteweyî (MIT) Hakan Fîdan û berpirsek din yê MIT-ê xwest ku êfada xwe bidin. Vê bûyerê di cih de rojeva Tirkiye guhert û berê herkesekî da vê pirsê.

Di cih de serokê MIT-ê Hakan Fidan li ser vê bûyerê serokwezîr Erdogan re û piştre serokkomar Abdullah Gul re hevdîtinek kir û li ser vê bûyerê Gul û Erdogan jî hev dîtin. Herî dawî dan xuyakirin ku heta izna serokwezîr nebê dozer nikare êfada serokê MIT-ê bistîne. Ev yek ne di çerçova desthilatdariya dozer de hate nirxandin.

Pirsa ku, gelo serokê MIT-ê çewe di çerçova doza KCK-ê de wek tawanbar herê dadgehê ji gelek aliyan ve tê nirxandin dixweyê dê demekî dirêj li Tirkiye bê gotubêj kirin.

Li ser  vê bûyerê rojnama Bugun gelek berfirehî cih da vê nûçeyê û protokolên hevdîtina PKK-ê Ocalan û berpirsên MIT-ê belav kirin. Lê li gora hinek belgeyan ev îdiayên girîng têne kirin.

1-    Li gora van belgeyan KCK di çavderiya MIT-ê de hate damezirandin.Fermana hinek çelakiyên çekdarî ,MIT-ê gihand berpirsên PKK-ê. Armanc ji Kurdistanê re azadî û piştre jî azadiya Ocalan bû.Di hevdîtinên MIT û PKK-ê de ji bilî komkirina agahdariya, MIT  arikariya pêwendiya di navbera rêxistinê de kir.Çelakiyên çekdarî ku PKK-ê kirîn û rêxistinkirina KCK-ê di çavderiya MIT-ê de pêkhat.

2-    Li gora îdia tê kirin, 6-ê temuza 2011-ê, Ocalan ji bo konseya serokatiya KCK-ê nameyek nivîsî û da MIT-ê. Şanda MIT-ê ev name gihand berpirsên PKK li Ewropa. Di operasyonên KCK-ê de, li Diyarbekir ev belge hatiye destxistin.

3-    Li gora tê îdia kirin, dê destura nû de muxtariyet a Kurdistanê bête ragihandin û Oalan ji bête azad kirin. Herweha dê hêzêk ya polisên PKK-ê li herê mê hebê.

Rojevakurd

Back to top button