Polîtîk
Nûnera Neteweyên Yekgirtî cejna Newrozê li gelê Kurd pîroz kir
Li peyameke pîrazbahiyê de Jeanine Hennis-Plasschaert Nûnera Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê, cejna Newrozê li welatiyên Herêma Kurdistanê pîroz kir.
Jeanine Hennis-Plasschaert li peyama xwe da ji bilî pîrozkirina cejna Newrozê li xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha tekez dike Newroz dema nûbûn û aheng gêrana dîrok û nasnameye ji bo Kurd û çendîn gelên dinê li seranserê cîhanê.
Her wiha dibêje: “Berê malbat û nas û dost bi awayeke asayî li gel hevdû komdibûn û bi rengînî ahengê degêriyan û bixêrhatina biharê dikirin. Îsal li malên xwe ve vê rojê pîroz dikin, ji ber ku rûbirûbûna Corona tenê bi hevkariya tevahiya hemû take kesekê tê kirin.