Tirkiye mecbûrî Barzanî bû
Rojnamevan Orhan Dede di nivîseke xwe de ku di malpera Yeni Mesaj weşandiye behsa peywendiyên Tirkiyeyê digel Buhara Erebî dike û dibêje ku ji sedemê helwestên Tikriyeyê li hember Buhara Erebî Tirkiye mihtacî herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî bû:
– Di gel destpêkirina Buhara Erebî, Tirkiye cihê xwe li ba welatên Rojava girt û dijî rijêmên Tunis, Misir û Lîbiyayê rawesta.
Dede di nivîsa xwe de helwestê Tirkiyeyê li hember buhara Sûriyeyê dinirxîne û dinivîse ku Tirkiye li dijî rejima Sûrî helwest girt da ku xwe li dilê welatên rojava şirîn bike:
– Di buhara Sûriyeyê jî de, Tirkiyeyê eynî helwest nîşan da, daku xwe li beramber welatên rojava şirîn bike. Esed ji dostîniyê kir dijmin, lê Sûriye weke Tunis û Lîbiya nebû, Sûriye cîrana Tirkiyeyê ye, li hember helwestê Tirkî, Sûriyê sînorên xwe girtin. Ji ber vê yekê jî bazirganiya Tirkiyeyê bo welatên Rojhilata Naverast ziyan gihayê.
Orhan Dede
Rojnamevan Orhan Dede di berdewamiya nivîsa xwe de diyar dike ku piştî Sûriyê deriyên Bazirganî li ser Tirkiyeyê girtin, Tirkiye neçar bû li deriyê Îraqê bide:
– Tirkiye neçar bû li deriyê Îraqê bide, lê Îraqê deriyê xwe ji Tikriyeyê re venekir. Tirkiye mecbûr bû li deriyê Barzanî bide daku ew zirara bi milyard dolaran gihayê vegerîne.
– Barzanî jî ew derfet bi başî bikaranî û pêşniyar kir, bêy îcazeya hikûmeta merkezi ya Îraqê û rêkeftineke taybet digel wê, vekirina du deriyên nû kir. Bi vî awayî Tirkiye neçar bû cîyê xwe li ba Barzanî bike.
Dede nivîsa xwe bi pendeke pêşînan bidawê tine û dibêje ku bav û kalên me gotiye “çi biçînî dê wî hilînî.”
Rojevakurd