Civak

Türker çawa behsa serdena xwe ya Kurdistanê dike

Muammer Türker waliyê Hekarî di civînekê de beşdarî kir û behsa serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir.

Turker got:
– Heftiya çûyê, bi serokatiya heyeteke bazirganan, me serdana desthilata herêma bakurê Îraqê kir û digel birêz barzanî serokê desthilata hermê, 3 wezîrên desthilata herêmê, du waliyan û serokê odeya pîşesazî û bazirganên wê herêma dîdar pêkanîn û em bi hêviyeke mezin ji wir bo welatê xwe vegeran.

Waliyê Hekarî di berdwewamiya nirxandina sefera xwe ya bo herêma Kurdistanê de got ku wan digel herêma Kurdistanê li hev kir ku du deriyan bo xurtkirina bazirganiya navbera her du aliyan de vekin:
– Di wê serdanê de me dît ku desthilata herêma bakurê Îraqê jî gelek dixwaze ew her du derîyên gomirkê ku, em dixwaqzin li Uledere û Şemzînan vekirn, bên vekirin.
– Wê xwestekê em dilxweş kirin û bi alîkariya Xwedayê mezin, desthilata bakurê Îraqê û Tirkiye dê ji bo vekirina wan her du deriyên gomirkê pêngavên pêewîst pavêjin.

 

Rojevakurd

Back to top button