Serok bi wezîr û parlementerên kurd yên li Bexdayê re civiya
Gora KTV ragihandî, li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî Wezîr û Parlementerên Kurd yên li Bexdayê re civînek pêkanî û di vê civînê de behsa van babetan hate kirin û li ser naveroka van babetan gotubêj hat kirin.
Piştî civîn dawî bû, daxuyaniyek li ser encama civînê ji bo raya giştî hate ragihandin. Di daxuyaniyê de ev babetên girîng cih girtine.
1- Piştgîriya xwe ji bo li dar xistina kongreya nîştimanî ya ku, biryare bi mebesta danîna bingeha damezrandina dewleteke fedral û demokratîk bi pişt besting bi destûra bingehîn ya Îraqê û prensîbên bihevre jiyan û şeraketa rastîn di wan rojan de were lidarxistin diyar kirin.
2- bi esas girtina peymana Hewlêr û peymanên din yên ku, di navbera aliyên siyasî de hatine îmzekirin, parastina prosesa siyasiya Îraq û tekez kirin li ser prensîbên şeraket û tewafoqê.
3- lez kirin di pejrandin û cîhbicîh kirina wan qanûnên ku, bi bi damezraweyî kirina Hikûmeta Îraqê pêwîstin.
4- çareser kirina kêşeya komisyona bilind ya hilbijartinan ku, di Meha Nîsanê de dema vê bi dawî dibe.
5- eşkere kirina metirsiyên rewşa Deverê û çawetiya nizîkatî kirin bi wan metirsiyan re.
6- nirxandina bûdceya sala 2012an ya Îraqê û ev pêşniyar û nêrînên ku, ji aliyê Hikûmeta Kurdistan û Parlementerên Kurd ve hatine pêşkêşkirin.
7- bihêztir kirina mekanîzam kar kirina Nunerên Kurd yên li Bexdayê.
8- tekez kirin li ser cîhbicîh kirina madeya 140 ya destûra bingehîn a Îraqê ku, demeke dirêje nehatiye cîhbicîhkirin.
Rojevakurd