Nûjenkirina hêzên Pêşmergeyan nirxandin
Berî nîvroya îro dûşem 09/03/2020 birêz Şêx Ce’fer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, li Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêzan Willem Nicolaas Cosijn Konsolê Giştî yê Holanda li Herêma Kurdistanê û Nils Teen Ansxer Fermandeyê Hêzên Holandiyan li Herêma Kurdistanê kir.
Li hevdîtinê de çend babetekî peywendîdar bi navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Holanda li warên cûda cûda de guftûgoyê li ser kirin. Her wiha tîşk xistin li ser hengavên dawî yên çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge û yekxistina wan û bi modernkirina hêzên Pêşmerge, li vî derbarî de her dû alî tekez li ser berdewamî û bi encam gihandina wê proseyê kirin.
Nirxandina pêşhatên dawî yên emnî û siyasiyên navçeyê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Holanda li rûyê pîşesazî û kerta çandinê ve, aliyekî dinê vê hevdîtinê bûn.