
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bersiva daxuyaniya Serokê Sûriyê Beşar Esed dide û radigihîne, gelê Kurd li Sûriyê, gelekî resen e û li ser xaka xwe dijî. Doza Kurdî jî, dozeke niştimanî ya Sûrî ye.
Emîndariya Giştî ya ENKSê di berpirsa daxuyaniyên Beşar Esed da û daxuyaniyek belav kir û ragihand, daxuyaniyên Beşdar Esed ên redkirina hebûna doza Kurdî li Sûriyê, cihê nerazîbûneke mezin a gelê Kurd e. Ev ne tiştekî nû ye, ku bi berdewamî wê rêjîmê hebûna gelê Kurd û mafên wî li Sûriyê wek pêkhateyeke resen a Sûriyê red dike.
Herwiha ENKS tekez dike, hebûna Kurd li Sûriyê dîrokî ye û berî damezirandina dewleta Sûrî û berî rêkeftina Sykes – Picot e.
ENKS dibêje, rêjîma Beis jî gelek projeyên şovenîzm, nijadperest û awarte bi armanca bişaftina Kurd û guhartina demografiya herêmên Kurdî bicih kirine, ji ber wê jî tevgera Kurd dijberiya vê rêjîmê û siyasetên wê yên şovenîst hilbijartiye.
ENKS tekez dike, doza Kurdî li Sûriyê, dozeke niştimanî ya Sûrî ye û çareseriya wê girêdayî çareseriya giştî ya krîza Sûriyê ye, bi riya biryarên navdewletî yên pêwendîdar û di bin serperiştiya navdewletî de û bi taybet biryara 2254 û ne dîtina rêjîmê bi awayekî tekane li Şamê ye.
ENKS diyar dike, hemû belgeyên dîrokî tekez dikin ku gelê Kurd, gelekî resen e, li ser xaka xwe dijî û taybetmendiyên wî yên netewî hene. Hemû siyasetên înkarê, serkotkirin û projeyên şovenîzmî yên li serê gel Kurd û herêmên wê hatibine bicihkirin, nekarîne hebûna wî û nasnameya wî ya netewî înkar bikin û bipişivînin.
Berî çend rojan Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê ligel kenaleke Rûsî de ragihandibû, Kurd li Sûriyê dijîn, lê ew di sedsala bûrî de ji bakur ve hatine û ti tiştek li Sûriyê bi navê doza Kurd nîne.