Polîtîk
Çîn û Kurdistan pêkve şerê Corona dikin

Îro 09.03.2020 Newzad Hadî Şêwirmendê rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û parêzgerê berê yê Hewlêrê serdana Konsolxaneya Çîn li Hewlêrê kir û li gel Ni Ruchi Konsolê Giştî yê Çînê li Hewlêrê civiya.
Li civînê de her dû alî tekez li ser palpiştiya hevbeş ya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê ya ji bo şerê dijî vê virusa Corona kirin û di derbarê hemahengî kirina li çendîn warên cûda cûda de danustandina bîr û ramanan kirin.