Civak

Dewlemendê tirkiyê Kurdê Erzîncanê ye

Salane li tirkiyê lîsta dewlemendtirînên wî welatî li gor serwet û samanê wan tê diyar kirin û belav kirin. Hamdi Ulukaya bazirganekî Kurd jî ku berê dû milyon dolaran alîkariya bajarê Kobanê kiribû îsal bi pileya pêncem rêzbenda dewlemendtirînên tirkiyê de cîh girt.

Îsal jî lîste hate nûkirin ku têda Murad Ulker yekem, Erman Ilicak dûyem, Ferit Şaheng sêyem, Husnu Ozyegin bû çarem û Hamdi Ulukaya bi serweta 1.80 milyar dolaran bûye pêncemînê tirkiye. Hamdi Ulukaya ji eslê xwe Kurdê Erzîncanê ye Berpirs an ku CEO yê şîrketa Chobani ye li Amerika.

Back to top button