Civak

Malbata Şêx Seîd: Gotinên Şivan Perwer ne rastin

Me bi qasî hefteyek berê hevpeyvîna hunermendê Kurd Şivan Perwer ya di televizyona NRT ya li Başûrê Kurdistanê weşanê dike de, bi awayekî matmayî temaşe kir.

Perwer di hevpeyvînê de navên rêberên Kurdan ên bi nasnavên “Şêx, Seyîd, Mele, Qadî…” bi zimanekî piçûkxistin û sivikatî anî ziman ku wan şexsiyetan di doza Kurd/Kurdistanê de bi rûmeta xwe têkoşîn dane. Miletê Kurd bertek nîşanî vê helwesta Şivan Perwer a ku nayê qebûlkirin da.

Neviyên Şêx Seîd li ser helwesta Şivan Perwer ji PeyamaKurd re daxuyaniyek rê kirin û tê de bang li gelê Kurd û kesayetên siyasî, rewşenbîr, hunermend û partiyên siyasî dikin, li hember wî zimanê sivikatiyê yê Şivan Perwer helwesta xwe nîşan bidin û nêrînên xwe diyar bikin:

Ji Raya Giştî re:

“Ji ber wê şîroveya Perwer em wekî endamên malbata Şêx Seîd Efendî gelekî xemgîn û hêvîşikestî bûn ku li ser pirsa bo Ocalan di bersiva xwe de, sivikatî li kalê me Şêx Seîd Efendî kiriye, ew wekî kesayetekî çîna di nav civakê de nayê rêzgirtin û kesayeteke tenê li gorî prensîbên ol û eşîrtiyê tevgeriyaye nîşan daye.

Rol û alîkariya kalê me Şêx Seîd Efendî di ‘têkoşîna azadiyê’ diyar û eşkere ye ku ketiye rûpelên zelal ên dîroka Kurdan û bi sêdarê hatiye siza kirin. Cihê Şêx Seîd ê di dilê gelê Kurd de ku li hemû parçeyên Kurdistanê bûye sembol, bi gotin Şivan Perwer ên nayên qebûl kirin naguhere.

Em her ku ji wan gotinên Şivan Perwer ên ku serokên Kurdan ên bi rûmeta xwe têkoşîn dane û xwe feda kirine piçûk dixe û pesnê Kemalîzmê dide tênegihin jî em eşkere dikin ku em vegotinên wî yên li ser Şêx Seîd û ûslûba wî qebûl nakin. Em bang li Şevan Perwer dikin ji malbata me û gelê Kurd lêborîna xwe bixwaze.

Ji ber vê jî;

Em rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û partiyên Kurd dawet dikin ku li ser vê helwesta nayê qebûlkirin a Şivan Perwer, nêrînên xwe diyar bikin.”

Jêder: Peyamakurd

Back to top button