Polîtîk
Li nav penaberên Erdogan de yek Surî nîne
Penaberên ku ji aliyê Erdogan ve li ser sînorê Yunanistanê hatine komkirin zêdetirê wan Îranî û Efganî ne û li nav wan de yek hemwelatiyê Surî nîne.
Rojnamevanên ku li ser sînorê Yunanîstanê kombûne didin zanîn ku li nava penaberan de hîç hemwelatiyeke Suriyê nîne, zêdetirê wan penaberan hemwelatiyên Îran û Efxanîstanê ne.
Eve jî nîşan dide ku Erdogan penaberên Surî ji bo kareke din dixwaze bikarbîne û bi tenê penaberên Îranî û Efxaniyan li ser sînor komkirine.