Cîhan

Deutschlandfunk: Divê Ewrupa rênede kes li ser penaberan tehdîd bike

Deutschlandfunk (Radyoya Almanî)a Almanî de hevpeyvînek li gel şarezayeke peywendiyên navdewletî yê bi navê Bijan Djir-Sarai kiriye û hevpeyvîn bi serdêra (Tirkiye li Suriyê Qumarê leyîst) hatiye belavkirin û behsa vê şerê dawî ya li Suriyê dike û bala Ewrupiyan dikşîne li ser wê yekê ku divê civaka Yekîtiya Ewrupa rênede hîç welatek li ser penaberan gef û tehdîdan bike û bi wan lîstokên siyasî bike.

Şarezayê Peywendiyên Navdewletî Bijan Djir-Sarai dide zanîn çûna tirkiye ya Suriyê dû armanc hebû. Ya Yekem ewe bû ku bi rêya terorîstên îslamî rejîma Esad birûxênê û armanca wî ya dûyem jî ewe bû ku rê nede li Suriyê herêmeke Kurdî ava bibe. Her wiha şerê Idlibê jî ji bo wê yekê ye ku li axa Suriyê de bi tenê bajarê Idlibê di destê terorîstên Îslamî de maye ku tirkiye piştgiriya wan dike.

Her wiha Pîsporê Peywendiyên Navdewletî dide zanîn ku tirkiye çendîn caran penaberan wekî karteke zextê û şantajê dijî Yekîtiya Ewrupa bikaraniye, lê divê vê carê Ewrupa jî û civaka Yekîtiya Ewrupa jî rênede hîç welatek li ser penaberan gef û tehdîdan bike û bi wan lîstokên siyasî bike.

Back to top button