Civak
Koriya Başûr mazûvaniya bazirganên Kurdistanê kir
CHOI Kwangjin Konsolê Giştî yê Koriya Başûr li Hewlêra Paytexta Kurdistanê mazuvaniya bazirganên Kurdistanê kir û rewşa derfetên bazirganiyên li gel Koriya Başûr ji bo wan ronahî kir.
CHOI Kwangjin her wiha li gel bazirganên Kurdistanê, mazûvaniya wan bazirganên Koriya Başûr yên li nîştecihê Kurdistanê û ew bazirganên ku kar li ser berhemên Koriya Başûr dikin kir.
Li vê civînê de ku Birêvebirê Nivîsîngeha Bexda ya Ajansa Bazirganî û Veberhênana Koriya jî têda amadebû, çendîn babetên taybet bi karên bazirganiyên berhemên Koriya Başûr li Herêma Kurdistanê nirxandin û peywendiyên di navbera bazirganên Kurdistan û Koriya Başûr de pêş bixin.