Cîhan

Ji bo şer tirkiye ji Amerika daxwaza mûşeka Patriot dike

Berpirsekî bilindê tirkiye ragihandiye, tirkiye daxwaz Amerîka kiriye dû sîstema bergiriya mûşekî Patriot li tixûbên başûrê tirkiye – Sûriye belav bike bo ku li egera her êrîşekî artêşa Sûriye xwe biparêze.

Sê heftiyên derbasbûyî de hejmarek serbazên tirkiye li xalên çavdêriya navçeyên ser bi parêzgeha Idlibê hatine kuştin. Ew berpirsê tirkiye jî ragihandiye, artêşa tirkiye dikarê firokeya F16 ji bo têkbirina wan hêzên artêşa Sûriye li Îdlibê bikarbîne, eger patriot li bajarê Hatayê li ser tixûbê tirkiye bêne bi cîhkirin dikarin xwe biparêzin.

Berpirsê bilindê tirkiye bi sedema hestiyariya zanyariyan amade nebûye navê xwe eşkere bike, lê behsa ewe jî kiriye ku tirkiye li benda Amerîkaye ku bersîva wan bide.

Balyozxaneya Amerîka ya li tirkiyê jî li vî derbarî de amade nebûye zanyariyan bide.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button