Kultur

Elissa Newrozê li Hewlêrê ye

Elissa xanima hunermenda navdara Lubnanî, bi niyaze li roja 20ê Adarê li bajarê Hewlêrê konserekî mezin saz bike.

Elissa li peyameke xwe da dinivîse: “Li roja 20ê Adarê li Hewlêrê konserek saz dikim”. Elissa çend sal berê li Hewlêrê konserekî din saz kiribû û dengvedanekî zêde jî bi wê konserê hatibû kirin.

Elissa ku navê wê yê tevahî Elîsar Zekeriya Xurîye li sala 1971 li Lubnanê ji dayikbûye, yek ji stranbêja diyar ya Lubnanê ye, herdem berhemên Elissa pir firoştirîn berhem bûne û li salên 2005,2006,2009 ve 2010 li nav stranbêjên jinên Ereb da albûmên wê pir firoştirîn bûne. Heta niha albûmên wê zêdetirê 30 milyon daneyan hatine firotin. Elissa yek ji dewlemendtirîn hunermendên Lubnanê jî tê zanîn ku, samana wê zêdetirê 41 milyon dolar tê pêşbînîkirin.

 

Back to top button