Cîhan

Independent: Li Munichê behsa nefta Kurdî kirin

Rojnameya Independent li raporeke xwe de behsa serdan û hevdîtinên Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê ya li Konferansa Asayîşa Navdewletiya Munichê nirxandiye û dide zanîn ku li hevdîtinan de behsa nefta Kurdî hatiye kirin.

Rojname behsa hevdîtina Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê li gel Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerika, Dan Brouillette Wezîrê Ûze û Enerjiya Amerika, Boyko Borisov Serok Wezîrê Bulgarîstanê, Necah Şemmari Wezîrê Berevaniya Iraqê û Annegret Kramp-Karrenbauer Wezîrê Berevaniya Almanya kiriye.

Her wiha balkişandiye li ser axaftinên Dan Brouillette Wezîrê Uzeya(Enerji) Amerika ku gotiye: Em îro li gel Barzanî serkeftineke mezin pîroz dikin. Hikûmeta Kurdistanê kariye ji Lîbyayê zêdetir neft berhem bîne û bifroşe, eve jî serkeftineke mezine ji bo Kurdistanê.

Rojname balkişandiye li ser wê yekê ku li çarçoveya vê Konferansê da Barzanî li gel Mark Esper Wezîrê Berevaniya Amerika, Sabah el-Halid el-Sabah Serok Wezîrê Kuweytê, Sergey Lavrov Wezîrê Derveyê Rûsya, Mark Rutte Serok Wezîrê Hollanda, Harjit Sajjan Wezîrê Berevaniya Kanada, Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa, Lindsey Graham Senatorê Amerikî, Ahmed Aboul Gheit Sekreterê Giştiyê Pehlewaniya Dewletên Erebî, Ayman Safadî Wezîrê Derveyê Urdinê û Muhammed al-Hakim Wezîrê Derveyê Iraqê dicive.

 

Back to top button