Cîhan

Bi 16 debabeyan çû xwazgîniyê

Li keşekî sarê Rûsya û li nava 16 debabeyên serbazî ku bi awayeke dil debabe rêz bibûn, efserekî Rûsî daxwaza şû û zewacê ji destgirtiya xwe kir.

Wezareta Berevaniya Rûsya ku vidoyê belav kiriye li nava zeviyeke pir bi befir ya binkeyeke serbaziya Alabîno li Moskovayê 16 debabeyên serbazî ji cûreyên “T-72 B3” li ser şêwazê dilek rêz bûn. Paşê Dênîs Kaszantzîf Efserê nav hêzên Rûsya destê destgirtiya xwe digre û pêkve diçin nava debabeyan û Kaszantzîf destgulek pêşkêşî wê dike û daxwaza şûkirin û zewacê lê dike.

Dênîs Kaszantzîf ji destgirtiya xwe re dibêje: “Eve demeke dirêje em pêkvene, me gelek astengî û nexweşiyan dît û em ji hevdû dûr ketin, ez dixwazim tu bi min re şûbikî û bizewicî”. Evîndara wî jî vê daxwazê pejirand û paşê Dênîs Kaszantzîf gustîlkê xist tiliyên destgirtiya xwe.

 

Back to top button