Hemû hêzên xwe yên Iraqê vediguhezin Kurdistanê
Li ser pêşveçûnên vê dawiyê ya rewşa Iraqê û derxistina biryara şandina hêzên Amerîka ya bo derveyê Iraqê û ji bo derbasbûna ji vê rewşa aloz her dû alî bi hevketin, wekî çareseriyeke navend, Washington û Bexda jî hemahengiyê dikin ku heta li qonaxa nû de hemû hêzên Amerîka veguhezin Kurdistanê.
Dr. Eric Bordenkircher pîspor û lêkolînerê Navenda Pêşxistina Rojhilata Navîn li Zanîngeha Los Angeles(UCLA) li Peymangeha Washington li babetek da behsa pêşhatên vê dawiyê ya di navbera Washington û Bexdayê dike û diyar dike ku piştî biryara Parlemen û wê daxwaza cemaweriya li ser derxistina hêzên Amerîka li Iraqê dirustbûye, ji bo rabûna hikûmeta Iraq û pêkanîna hikûmeta nû, her dû alî li hemahengiyê dane, heta hêzên Amerîka ji navçeyên dinê Iraqê, eger bi awayeke demkî jî be vekişîne.
Her wiha got: Wekî çareseriyeke navendî ku hem hêzên Amerîka ji Iraqê vekişê û hem jî bimênin, her dû alî dixwazin hemû hêzên Amerîka veguhezin Herêma Kurdistanê.
Her wiha nivîskar balkişand li ser wê yekê ku Kurd bi vê yekê dilxweş dibin, ji ber ku ew dixwazin destberdarê armanca xwe ya serekî ya serxwebûnê nebin. Bi cîgîrbûna herdemiya hemû hêzên Amerîka jî li navçeyên wan bi tevahî parastî dibin, bi vî awayî mîlîşiyayên ser bi Îran û Îran bi xwe jî nikarin bi daxwaza xwe yariyê bi çarenivîsa Iraqê bikin û jiyana serbaz û şêwirmendên Amerîka jî li Kurdistanê selamettir dibin.
Li dawiya babetê de dibêje ku Washington bi rijdî dixwaze hêzên xwe û dîplomatkarên xwe yên zêdeyên Bexdayê veguheze Hewlêrê û naxwaze jiyana wan li metirsiyê da bê. Bexda jî bi vê hengavê raziye. Eve jî îsraîl û Suudiye û Îmaratê jî razî dike ku hemû jî dijî vekişana Amerîkane ji Iraqê.