
Şeva îniya derbasbûyî li Berlîna paytexta Almanya hejmarek otombêl ku logoya kompanyayekî berhemanîna çekan pêve bûye, ji aliyê kesên nenas ve hatiye şewitandin û polîs jî li gor encama lêkolînan gihiştiye wê baweriyê ku êrîş ji bo piştevaniya Kurd bûye, ji ber ku ev kompanya çek bi tirkiye firoştiye.
Êrîş li seet dûyê şeva îniyê hatine encamdan û otombêlên kompanya Thyssen krupp bûye ku bi pola û asin û berhemanîna çekan de kar dike. Li sê gerekên cûda cûda li yek demê de êrîşî ser otombêlên wan kirine û agir berdane otombêlan.
Rojnameya Der Tagesspiegel ya Almanî belav kiriye ku polîs hîç belgeyek li ser pêwendiya Kurd û çekfiroştina kompanyayê bi tirkiye li cihê rûdanê de neditiye, belkû grûpa ku agir berdane otombêlê li înternetê ragihandinek belav kirine û dûpat li wê yekê kirine ku ewan vê karê ji bo piştevaniya Kurd encam daye, ji ber ku kompanya çek bi tirkiye difroşê, bo ku komkujiya Kurdan pê bike.
Her çende heta niha diyar nîne ku encamderên vê karê kî bin, lê armanca wan ne ji bo piştevaniya Kurde, belku karê ku encamdane dijî berjewendiyên gelê Kurde û dixwazin rêz û rûmeta gelê Kurd li Almanya û Ewrupa binpêbikin. Di van salên dawî de bi taybetî piştî qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê û Şervanan li beranber Daîşê ku serkeftineke mezin bi dest ve anîn û eve jî bû sedemek kû hezkirin û rêzeke taybet ji bo gelê Kurd Almanya û Ewrupa pêkbê. Ev karê ku hatiye kirin jî dijî berjewendî û ehlaqê gelê Kurde.
Eve jî bûye sedema wê yekê ku zenga metirsiyê ji bo gelê Kurd li Almanya rû bide. Karên bi vî awayî ji aliyê MÎT û sîxûrên dewleta tirkiye û neviyên itihad teraqqiyan ve têne encamdan û di vê êrîşê zerermendê yekem Kurd bûye, ji ber ku dixwazin rêz û rûmet û navê gelê Kurd li Ewrûpa wekî terorist nîşan bidin.