Kultur

Konsolê Koriya li Kurdistanê û govenda Kurdî

Konsolê Giştiyê Koriya li Hewlêrê li bernameya Evîn Jîn û Jiyan de, balkişand li ser govenda Kurdî û govenda Koriya û da zanîn ku di navbera her du govendan de nêzîkbûneke zêde heye.

Her wiha CHOI Kwangjin Konsolê Giştiyê Koriya li Hewlêrê ragihand ku nêzîkbûneke zêde di navbera govenda Kurdî û govenda Koriya de heye. Beşek ji wan nêzîkbûnên lerizandinên mil de nîşanda û bi zindî li gel Evîn Aso bêjera bernameya Evîn, Jîn û Jiyan govenda Kurdî kir.

Peywendiyên di navbera Kurdistan û Koriya Başûr ji sala 2004, bi hatina Hêzên Zeytûn ya Koriya Başûr li Kurdistanê destpêkir. Ew peywendî bi taybetî li warên Tendirustî, Werzîş, Hûner, Xwendinê de pêşket. Koriyan li Kurdistanê 61 xwendingeh, 15 navendên tendirustiyê heye û zêdetirê 87 hezar kes ji xizmetên tendirustiya bê beranber sûd ji xizmetên Tîmên Zeytûn wergirtine.

 

Back to top button