Cîhan

Hêzên Suriye êrîşê bingehêTirkiye kirin

Li Idlibê hêzên rejima Suriye êrîşê bingehek yê Tirkiye kir û di encama êrîşê de li gora daxûyaniya Wezereta Bergiriya Tirkiye 4 efserî jiyana xwe ji dest dan û 9 jî birîndarin.

Ev şere yekeme ku rasterast di navbera hêzên rejima û Suriye û Tirkiye de derdikeve. Tirkiye di vê derbarê de peyamên tund dide û eve demeke bingehîn xwe yên li devera Idlibê bi hêz dike  û gelek çekên giran rêdike herêmê.

Di derbarê êrîşa şevîdin de wezereta Bergiriya Tirkiye daxûyanek da û dibêje:Ji bo em li Idlibê şer bisekinînin me hinek hêzên xwe rêkirin deverê. Ji berî niha me koardinatên hêzên xwe hemû dane hêzên rejimê. Lê wan şevîdin bingehekê me yê leşkerî bi seetan dan ber topan û di encamê de 4 leşkerên me şehid bûn û 9 jî birîndarin.

Herweha wezereta Tirkiye dibêje ku, me jî bingehên wan dan ber topan û hinek ji wan navbirin. Em rewşê dişopînin û dê helwesta pêwist bê nîşandan.

Di derbarê heman babetê de serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan jî daxûyaniyek da. Erdogan dibêje: Niha hereketa me berdewam dike.Em 40 bingehên artêşa suriye topbaran dikinHeta niha 30-35 ji artêşa Suriye hatine kuştin. me ji Rusyayê re daye xuyakirin ku muxatabê me ne hunin rejime.

 

Back to top button