Cîhan

Rusya êrîş kir û Tirkiye neraziye

Firokên şerî yên Rusyayê êrîşî bingehên hêzên çekdarên ser bi tirkiye li Îdlibê û Helebê kirin û di encamê da bi dehan çekdar hatine kuştin.

Wezareta Derve ya Tirkiye jî nerazîbûna xwe diyar kir û ragihand ku dijwarbûna şerê li Îdlibê û Helebê dê rewşê aloztir bike û dê bibe sedema wê yekê ku bi hezaran welatiyên sîvîl careke din berê xwe bidin Tirkiyê û dilgiraniya xwe li hember êrîşa Firokên Rusyayê diyar kir.

 

Back to top button